Alkoholhjälpen Nordkurdiska

Zanyariyên li ser alkol û tenduristiyê
Her ku diçe hejmara kesên alkolê vedixwin zêdetir dibe, û ji berê bêhtir alkol diçe. Bikaranîna alkolê hem di şahî û vehesînan de, hem jî di şîn, rûreşî û binkeftinan de gelek caran ji kontrolê der dikeve.

Gelek caran mirov di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka alkolê tenê li kesên xeyrî mirov dide. Gelek caran jî ew bi pirsgirêkên civakî yên wek bêkarî û bêmalî ve tê girêdan. Lê piraniya wan kesên zêde alkolê vedixwin pirsgirêkên wan yên berbiçav mirov nabîne. Herwekî kesên çixarekêş, zêdexwer yan jî kêmliv ew jî jiyaneke nisbeten asayî bi kar, mal, famîle û dost dijîn.

Li Swêdê derdorê mîlyonek kes hînbûyên alkolê ne, ango xetera ku nexweşî li wan bide û ew bibine tiryakiyên alkolê heye. Piraniya wan pê nahesin ku ew zêde vedixwin û ne di wê baweriyê de ne ku alkol zerarê dide siheta wan – lê dîsa jî tesîr li laşê wan dibe. Di vê nivîsê de tu dikanî bixwînî bê tesîreke çawa dibe.

Çiqas alkol talûke ye?

Eger tu zilam bî û heftiyê herî kêm 14 qedeh vexwî û eger tu jin bî û heftiyê herî kêm 9 qedeh vexwî tu di talûkê de yî. Serxweşbûn tim xeterê bi xwe re tîne. Eger di yek derbê de tu wek zilam ji 4 qedehan zêdetir û weke jin ji 3 qedehan zêdetir vexwî, yan jî eger di xwîna te de zêdetir ji 0,6 promîl hebe tu bi xwe nehesî jî tu serxweş tê hesêbê. Eger tu ji van rêjeyan kêmtir vedixwî wê demê miqdara vexwarina te bipîvan e.

Qedehek bi qasî şûşeyek bîraya giran e (33 cl), qedehek şerab (10-15 cl) yan jî qurtek meya 4 cl ye.
Bîrayeke giran ya nîvlîtreyî (50 cl) 1,5 qedeh e
Şûşeyek şerab (75 cl) 6 qedeh in.
Şûşeyek mey (75 cl) 18 qedeh in.

Vexwarina kêm alkol dikane ji tenduristiyê re baş be?
Gelekan xwendine ku vexwarina kêm alkolê dikane ji tenduristiyê re baş be. Tê bawer kirin ku bi vexwarina kêm nexweşiyên dil û şekir li cem kalûpîran kêmtir dibe. Lê lêkoler ne yekfikir in ku bi rastî feydeyeke alkolê ya bi vî rengî heye. Ya rastî ew e ku zerara alkolê ewqas mezin e ku mirov nikane wê tewsiye bike.

Vexwarina bê ku mirov serxweş bibe piraniya caran hin xeterên tenduristî yên biçûk bi xwe re tîne. Lê eger tu bihemil bî, di depresyonê de bî, nexweşiya cegerê li te hebe yan jî hin dermanan dixwî gereke tu alkolê qet bi kar nayênî.

Vexwarina alkolê çi tesîrê li mirov dike?
Eger mirov şeveke înê biçe meyxaneyekê bi îhtîmaleke mezin di xwîna piraniya kesên li wir de 0,8 promîl zêdetir alkol dê hebe. Lê gelek lêkolîn nîşan didin ku xweşiya herî mezin berya 0,5 promîl e. Xeletiya em dikin ew e ku ji me wê ye em çende zêde vexwin em ê ewqas kêfxweştir bin. Li vir tu dibînî bê miqdarên cuda ya promîla alkolê di xwînê de çi tesîrê* li hest û helwestan dike.

0,2 promîl: Tesîra alkolê dest pê dike. Tu xwe germ, rehet û kêfxweş hîs dikî. Xwerexnekirina te kêmtir dibe.

0,5 promîl: Tu xwe şad hîs dikî û şermokiya te radibe. Livên te girantir û nîşana te zeîftir dibe. Nirxandina te xumamî û wergirtina te ya agahiyan xerabtir dibe.

0,8 promîl: Dengê te bilindtir û tevgerên te beloq dibin. Tu xerabtir dibînî. Bîna alkolê ji te tê û tu dikevî halekî zêde ji xwe razî de.

1,0 promîl: Tu gotinan digevizînî û kontrola te ya ser masûlk û hestên te qelstir dibe.

1,5 promîl: Dengeya te xerab dibe û belkî tu dikevî erdê. Hîsên te dikanin biteqin û dilê te bixele.

2,0 promîl: Tu bi zehmetî diaxivî û nikanî rast bimeşî. Tişt li ber çavên te dibine cot.

3,0 promîl: Tu fam nakî bê çi diqewime û di sînorê bêhişiyê de yî.

4,0 promîl: Tu bêhiş î. Nefesa xwe giran dikişînî û talûkeya ku ji ber jehriya alkolê bimrî heye.

*Mirov nikane bêje kîjan promîl tam çi tesîrê li kesekî dike, ji ber ku ew ê pir alkol vexwarî fêr bûye û mîna kesekî nû vedixwe pê nahese. Lê ji ber ku mirov fêr bûye û sînorê tamûla mirov ya li hemberî alkolê bilindtir bûye nayê wê wateyê ku zerarên wê kêmtir dibin.
Vexwarina alkolê çi tesîrê li tenduristiyê dike?
Alkol digihe hemû organan û tesîrê li tevahiya laşê mirov, hem hundir- hem jî derve dike. Li gor rêxistina tenduristiya cîhanî, WHO, girêdana 60 nexweşiyên cuda bi alkolê heye. Ji bo ku ev nexweşî li însanan bidin pêwistî bi tiryakîbûnê nîne, li yên ku pir vedixwin lê girê alkolê bi wan re çênebûyî jî dide.
Mêjî
Vexwarina kêm alkol jî nirxandina te xerabtir dike, şiyana hizirkirinê, bîr û karvedan xerabtir dibe. Xewa te jî xerab dibe û tesîr li hestên te dibe. Bi vexwarina zêde û demdirêjî re mêjî diçe hev, biatî (epîlepsî) dikane li mirov bide, mirov dement bibe, yan jî nexweşiyên din yên mêjî li mirov bidin.
Xemokî
Bi vexwarina zêde alkol re talûkeya ku xemokî (depresyon) li mirovan bide zêde dibe. Girêdana nîvê întiharên li Swêdê bi alkolê re heye.
Dil û damar
Vexwarina kêm û bipîvan ya alkolê tu zerarên berbiçav li dil û damaran nake. Lê vexwarina zêde talûkeyan bi xwe re tîne. Bi vexwarina alkolê re nebz û dexta xwînê radibe. Rîska ku rîtma lêxistina dil xerabtir bibe heye. Bi mebesta astengkirina nexweşiyên damaran alkol nikare were pêşniyaz kirin.

Ducanîtî
Hem li cem mêr hem jî jinên pir alkolê vedixwin biberbûn kêmtir dibe. Di hemû pêvajoyên ducanîtiyê de û bi taybetî di destpêka du canîtiyê de – berya ku bi ducanîtiya xwe bihese jî - vexwarina alkolê tesîrê li cenînê dike. Eger tu jin î û ducanî yî yan jî difikirî li halekî bibî, ya baş ew e tu qet alkolê nevexwî.

Ceger
Xetera kansera cegerê bi alkolê bilindtir dibe û ew dibe sebeba bezê cegerê, zerik û sîrozê.
Cild
Vexwarina alkola zêde dibe sedema nexweşiya sedefê, bîrov û nexweşiyên din yên cildî.
Zik
Vexwarina alkola zêde xetera kulbûna mîdeyê û tirşbûna serdilk bilindtir dike.
Îskelet
Bi vexwarina alkola zêde re xetera rizîbûna hestiyan û nexweşiya movikan – gût bilindtir dibe.
Xwîn
Alkol şîyana mêjiyê hestiyan ya çêkirina topikên xwînê asteng dike û dikane bibe sebeba kêmxwînîyê.
Enfeksîyon
Ji ber tesîra alkolê ya li ser mêjiyê hestiyan topikên xwînê yên spî ku laş ji enfeksîyonan diparêzin zerarê dibînin. Ev jî dike ku enfeksîyon zêdetir li mirov dixin, wek nimûne mirov pirtir bi şewbê dikeve û şewb zêdetir dimîne.
Kanser
Alkol xetera ku kanser li gelek organan bide zêdetir dike. Sebebeke berbiçav ya kansera dev, gewrî, ceger, sîng û rûviya stûr alkol e.
Vexwarina alkola zêde çi rîskên din bi xwe re tîne?
Qeza
Serxweşiya ji alkolê xeterên mezin bi xwe re tîne. Li Swêdê salê derdorê 3000 kes di qezayan de dimirin. Di ji sêya yekê van qezayan de rola alkolê heye. Di ekseriyeta van qezayan de kesên bipîvan vedixwin lê carcaran serxweş dibin hene.
Şidet
Li gor statîstîka tawanan di piraniya lêdan û şidetê de pêwendî bi alkolê re heye. Yan tawanker yan jî mexdûr alkol vexwariye.
Pirsgirêka têkiliyan
Vexwarina zêde alkolê dikane danûstandina bi mirovên nêzîk re xerab bike.Zêdetir ji mîlyonek kesên li Swêdê ku mirovek wan yê pir vedixwe heye dibêjin tesîreke neyênî ya alkolê li wan bûye.

Çixarekêşî û alkol
Madeyên cuda yên narkotîkê wek nimûne alkol û çixare tesîrê li heman sîstema mêjî dike. Tutin herwiha hesasiyeta li hember alkolê bilindtir dike. Lewra ew kesê ku bixwazibe hînbûna xwe ya alkolê biguhere feyde tê de heye ku di heman demê de dev ji çixarê yan jî nişûkê (snus) berde. Bi heman awayî hêsantir e mirov di ber devjêberdana çixarê re vexwarina alkolê yan kêm bike yan jî dev jê berde.

Tiryakiya alkolê çi ye?
Tirkyakiya alkolê tê wateya ku digel tesîrên xerab li ser tenduristî, pêwendî û têkiliyên civakî jî mirov pir alkolê vedixwe. Kurmê alkolê dev ji yê tiryakî bernade û nikare miqdara ku vedixwe sînor bike. Ne tim lê gelek caran li hemberî alkolê tamûlek pêş dikeve. Ev jî dike ku ji bo tesîrê li mirov bike divê mirov zêdetir vexwe û gava mirov dev jê berdide hisên nerehetî û tamsariyê bi mirovan re çêdibin. Tiryakîtî tê wateya ku alkol di jiyana wî kesî de dewreke girîng dibîne û tesîreke xerab li giringiyên din mîna têkilî, kariyer û întreseyên dema vala dike. Yê tiryakî piraniya caran dizane ku alkol problem e, lê nikane vexwarina xwe kêm bike yan jî dev jê berde.

Li cem tiryakiyên alkolê ev 6 xalên jêr peyda dibin. Ji bo ku kesek wek tiryakiyê alkolê were tesbît kirin divê bi kêmasî sê ji van bi hev re, di 12 mehên dawî de hîs kiribin.

Dilbijokîyeke xurt yan jî xwe mecbûr dîtina vexwarina alkolê, yan jî ”dilbijîn”
Mirov nikaribe vexwarina xwe sînor bike, yan jî ”windakirina kontrolê”
Vexwarina alkolê dibe sebeb ku mirov kêmtir wext dide kar, baldariyên dema vala yan jî civatê
Ji bo hîskirina heman tesîra berê vexwarina miqdarên zêdetir (tamûl)
Piştî kêmkirin yan jî dev jê berdanê lerizîna destan, xuhdan yan jî endîşe (parêz)
Herçend mirov dizane ku alkol dibe sebeba pirsgirêkên fizîkî û rûhî jî bi berdewamî vedixwe.

Tu amade yî vexwarina xwe biguherî?
Ji gelekan wê ye ku guhertina adetên vexwarina alkolê pir zehmet e. Lê bi rastî ji bo piraniya xelkê ew ji berdana çixarê hêsantir e û bi gelek awayan dişibe guhertina adetên xwarinê yan jî sporkirinê.

Bêguman li gor te hem başî hem jî xerabiyên vexwarina alkolê hene – piraniya xelkê wisa difikirin. Lê ya herî girîng kîjan e? Tenê tu dikanî biryara xwe bidî bê ya ji te re girîng çî ye û tu çi dixwazî. Yan mîna heta niha tu berdewam bikî, yan jî adetên vexwarina alkolê kêm bikî.

Te biryara guhertinê dabî yan nedabî gaveke baş mirov bavêje ew e ku mirov diyar bike bê kîjan argument girîng in û tu dixwazî mirovekî çawa bî.

Hedefekê deyne
Nepêwist e tu biryarê bidî bê jiyana xwe ya mayî tê çawa bikî. Ku tu bixwazibî guhertinekê bikî alîkariyeke baş ew e ku ji bo demeke diyarkirî tu hedefeke zelal diyar bikî. Lê gelo ya maqûl çî ye? Tê vexwarina xwe kêm bikî yan ji bo demekê tê ji binî dev jê berdî?

Dest bi xweguhertinê bike
Ji bo ku tu bigihîjî armanca xwe di jiyana xwe ya rojane de hin guhertinan pêk bîne. Wek nimûne tu dikanî depoya alkolê ya malê hilînî, vexwarinên bêalkol bikirî, bi kesên ku ji te re alîkar bin re bigerî, di wextê ku te divexwar de aktîvîteyên nû yên xweş bikî.

Xwe nas bike
Sebeba destpêkirina vexwarina te çi dibe bila bibe ew bi jiyana te ya rojane, fêrbûn, rabûn û rûniştina te ve girêdayî ye. Eger tu nas bikî bê di kîjan rewş, fikir û hestan de alkol tê bîra te îmkana te ya tu bikaranîna alkolê bixî bin kontrolênzêdetir dibe.

Alternatîvên nû bibîne
Dibe ku li gorî te di demeke kin de alkol ji hin pirsgirêkan re bûbe çare (wek nimûne ji pirsgirêka xew, stres û têkiliyan re). Bi destpêkirina adetên nû û peydakirina çareyên baştir ji pirsgirêkên xwe re tu baştir dikanî xwe ji vexwarina zêde dûr bêxî.

Alîkariyê wergire
Axavtina bi kesekî re ku di zelalkirina fikir û hîsan de alîkariya te dike dikane ji bo hewldana xweguhertina te bibe destekek baş. Ferq nake bê ev kes dostek, endamekî malê yan jî kesekî profesyonel e.

Zû teslîm nebe
Guhertina bikaranîna alkolê mîna hedefeke demdirêj bibîne. Qebûl bike ku di vê rê de kelem û dijwarî dê derkevin, lê nehêle baldariya zêde here wira û nesekine. Dev ji hewldanên xwe yên guhertina bikaranîna alkolê bernede.